Dıkolım Navê Te

 

İbrahim Sêdiyanî

 

 

 

 

 

Lı ser kolanên taxa me,
Ez dıkolım navê te,
Bın û serê axa me,
Dıkolım navê te.

Ser hestiyê zman û zara,
Pelên gûlîyên dara,
Lı ser rêya rêdara,
Dıkolım navê te.

Ser tarîya qûlê şkefta,
K’vokên şmuka mızgefta,
Dılê Eshab-ê Hefta,
Dıkolım navê te.

Du navê Rebbê çar hêlan,
Nanê malê ser sêlan,
Ser genımê dev gêlan,
Dıkolım navê te.

Hember rojava û hılat,
Her dû alîyê Fırat,
Ser hêşînîya welat,
Dıkolım navê te.

Lı ser berfa zvıstanê,
Şewata tabıstanê,
L’çar alî Kûrdistan’ê,
Dıkolım navê te.

Pê penusê ser rûpela,
Bêhna gûla bûlbûla,
Lı ser xwîna Kerbela,
Dıkolım navê te.

Lı ser serhıldana Piran,
Fecra Şoreşa İran,
Pê Qûr’ân û tekbîran,
Dıkolım navê te.

Wek Ehl-i Beyt ê paqıja,
Hember hovên xwînmıja,
Kingê xwîna’m dırıja,
Dıkolım navê te.

Nava helbest û strana,
Ser bêhna misk û rânâ,
Lı ser çılkên barana,
Dıkolım navê te.

Lı ser masiyên bın avê,
Éstrıkên lı ber çavê,
Lı ser dewa ber tavê,
Dıkolım navê te.

Heval, navê te ser seran,
Dıgrım ser sing û beran,
Her deran û her deran,
Dıkolım navê te.

13’ê Adar 1992

GÜLİSTAN

loq-5

967 Total Views 3 Views Today
Twitter'da Paylaş     Facebookta Paylaş

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir