İbrahim Sêdiyanî re Hevpeyvîn

 

isediyani

Hemû jiyana min rêwîtîyê min e. Salê de du – sê cara dest min dikeve. Xwestina rêwîtîya min ji zaroktî tê. Tespîtê Alî Şerîatî gellek xweşik in. Dibejê ku; “Ew milletê koç kirine, hîcret kirine, her tim medenîyetê nû avakirne. Ew milletê cihê xwe de mayî, tim paş mane.”

     – Rojê te li Cermenistanê çawa diburin?

     Hemû jiyana min rêwîtîyê min e. Salê de du – sê cara dest min dikeve. Xeynî (bilî) van li malê bi nivîsê xwe re mijûlim. Kîtêb, maqalê (gotar) û rêwîtîyên xwe beş beş dinivîsim. Eger çalakîyek çêbe diçim. Car car jî serdana mirovên xwe dikim. Jiyana min monoton û bi huzur e.

     – Xwestina rêwîtîyê ji kû derket?

     Ya min ji zaroktî tê. Min mekteba seretayî li Cermenistanê xwend. An pola duyemîn an pola sêyemîn atlasek ket dest min. Di atlasê de rubar bi rengê xetê hişîn, çîya bi rengê qehveyî, behr û gol bi rengê şîn bûn. Gelek bala min kişand. Dewlet bi dewlet min nirxand. Jîyan, çand, cil û bergê wan çîy e? Pola çaremîn ji pê ve dersa Erdnigarî dest pê kir. Mamosteyê Erdnigarîyê naqşeya dunyê (cîhan) dîwar ve dikir. Ji me cihan dipirsî. Min hemû dizanî. Mamoste şaşo maşo bû. Çu tim hevalên xwe anî polê û min da nîşan. Mamostê bawer nedikirin, ecebmayî mabûn ji min.

     Dû re em zivirîn Tirkîyê. Min mekteba navîn li vê dê xwend. Weqtê me de bernamaya Barış Manço hebû. Min gelek wî hez dikir. Bername ser rewîtîyê bû. Welat welat digerîya. Ez gelek dihesîdîyam û mi jî dixwest wek wî bigerim. Pişt re bala min ket Edebîyatê û dest pê helbesta kir. Heyranê seyyahê wek Ewlîya Çelebî, Îbn-î Xalika, Îbn-î Batuta bûm. Min jî dixwest wekî wan bigerim û binivîsim. Paşê hatim Cermenistanê û zewîcîm. Zewicandin hin mesulîyet dide mirov ji bo vê min nikarî zêde bigerî. Lê ew eşq tu carî dilê min derneket.

     Pişt re bi xêra rojnamegerîyê min Ewrûpa gera. Dema kîtêba min derket û hinek navê min hatê sehkirin gelek dawet hatin. Welatên din jî bi vê wesîleyê geram. Ev rêwîtîyê hanê min bi îmkanê xwe ve nekir ji xwe îmkanê min tunê bu. Rojname min şandê Swîsre, Îtalya û Çekistan. Di sala 2010 de Mavî Marmara dawet kir. Ji Albanya, Makedonya, Îran, Kenya dawet hatin. Min tu plan çênedikir. Anha jî çend dawet peşîya min hene. Dema diçim heval sax bin min digerînin lê wek hin kesa tinê yek gotar (meqalê) na nivîsim.

     Ez beş bi beş wek “Seyahatname” dinivîsim tecrûbeyên xwe. Ez gelek keyf jê distînim. Çimkî ji biçûktayî heta niha min xwezî pê anî bû. Hunê bejin; “Berê maneyê wî he bû. înternet û balafir (firok) tune bû. Nezanîn hebû. Lê anha gel bi înternet hesanî dikarê gelek agahî peyda bike. Mirov çire a niha binivîse? Çi hewceye?” Lê ne wisaye ez agahîyên ansîklopedîk na nivîsim. Ez tecrûbeyên xwe ê cuda, nerînên xwe, fîkrên xwe dinivîsim. Bi taybetî bi çavê Kurdî dinerim dinê û wisa tecrûbeyên xwe şîrovê dikim. Mînak (mîsal) Misir bi destê Selahaddîn Eyyubî hatîye avakirin. Halê Kurda li Îranê çîyê? Belkî te dît be rêwîtîya min li Skandinavya de behsa têkîlîyên kurdên Mervanîya û Vîkîngan kirî bû. Her tim di şopa kurda digerim. Kîtêbên ser dîroka Kurdistanê û tecrubeyên wan hemû herema Kurdistanê diburê lê nivîsê min dîroka Kurda a dervê welat ê. Mîna Kurd li Rohîngya, Skandînavya çi kirne?

     Cara yekemîn ez vî karî dikim. Bêguman Kurd ji Hz. Adem heta niha li Elazîz runeniştine. Welatê din jî gerane. Hin tişt avakirna, danustandin kirne. Bi çandê din re ketine têkîlîyê. Cidî cidî medenîyet avakirne. Dewlet avakirne. Li Macarîstanê nizîkê Budapestê di navê yanzdeh bajêrê de peyva Kurd dibure. Ev bajêr sadesad eleqa wan bi Kurda re heye. Ne wisa hindike. Ez nabejim Kurdek çuye Yemenê medrese avakirye. Vî avayî bi hezaran buyer hene. Kurd medenîyet avakirne. Qahîre Kurd avakirne. Îslam bi destê Kurda çuye heta Endonezya û Malaîzya. “Seyahatname”yê min van rastîyan eşkere (diyar) dike. Ji biçuktayî meraqa atlas, hezkirina Barış Manço, xwendina Ewlîya Çelebî vî avayî em jî bûn seyyah, seyahek modern. Gelek xweşê mirov bigere. Bi peyvan nayê gotin.

     – Rewîtîyê tesîrek (bandorek) çawa te kir? Hin guherîn ser te çêkir?

     Peşî van rêwîtîyan ez Musulmanek ehmeq bûm. Piştî van rêwîtîyan ez bûm Kurdistanî. Min dît ku jerh ketîyê her dewlet xwedîye alayekê lê yek jî Ummetê parçe nake. Ev gotinên pûç; “Dewletê cuda heramin”, “Îslamê de cuda bûn nîne”, yeqcar Kurda re tê gotin. Dema min dewletên din a Musulmana dît. Çavê min vebû. Bavo milletê wek du – sed hezar, sê milyon xwedîyê dewletin, xwedîyê alin. Ma çima yê me tine jerh ketîye? Em ku pencî – şeştî mîlyonun alayek me tune. Mirov vî fehm dike. Mirov dema digere çavê wî vedibin.

     Mirovek baş be nayê maneye ku ew Musulman e. Yên dewletê ne Musulman de jî mirovên baş hene. Eleqa vî bi nejat û dîn tune. Eleqa bûna Kurd an Ereb tune. Mirovê baş her derî başê. Mirovê xirab her derî xirabe. Her milletî de mirovek xirab û baş hene. Dinê du milletin ê baş û ê xirab. Kurd, Tirk, Ereb, Musulman û Filleh tinê me nav lexistîye.

     Min hem hişmendîya heremîbûn (lokal) hem jî hişmendîya cîhanîtî (gerdunî) qezanç kir. Mirovê nezan dibêjin her dû dijî hevin lê ne wisaye hevû du xweş temam dikin. Tiştek ne heremî be ew pûçe, valaye û mirov nikarê behsa cîhantîya wî jî bike. Ev her du nasname gellek kêr mi hatin. Mekteba herî mêzin rêwîtîyê min bû. Ew tiştê ku min mektebê ne hîn buyî û ew tiştê ku bihezeran kîtêb min fêrnekirî, rêwîtî nîşa min kir.

     Min hişmendîya Kurdistanî keşf kir. Bi xêra van rêwîtîya min dît ku Ummet mummet tune. Hemu kes xwedîyê alêye û navberê dewletan de sinor heye. Ummet ne derdê kesî ye û tu kes behsê jî nakê. Ev tişt tene Tirkîyê û yeqcar cem Kurda tê gotin. Ji bo ku Kurd razin (rakevin) û xewna şîrîn hişyar nebin. “Ummet”, “Biratîya Gela”, tiştên wîsa tunin. Ji bo FIFA Kupayê Cîhanê Futbol dileyzin. Te dît ye ku taximek bi navê “Ummet” an jî “Biratîya Gela”? Na, hemu kes bi navê xwe dileyzin. Japonya, Senegal, Frengistan û Hirvatîstan

     Ev tişt îdeolojîya Îslamî û îdeolojîya Çepin. Divê Kurd xwe van îdeolîjîyan xilas bikin. Min xêra van rêwîtîyan xwe xilas kir. Ez peşnîyardikim (tewsîye dikim) ji were jî. Ew bi ummeta AKP û ew bi biratîya gela HDP ve mejîya wa genî bûyî re peşnîyar dikim. Xwe xilas bikin ev tiştên fantastîk. Ev tişt razberin (soyut). Evan ku diparêzin weqta teorîk be xweş e. “Biratî”, “Bê sinorî”, “Milleta İbrahîm”, “Biratîya gela”, “wekhevî”… Lê divê ev tişt bi rêngê pratîk jî hebin. Mîna ku “Tu têyî ji firinek dikirî. Xwedî dibeje fîyet ev e. Tu dibejî xalo ma tu pere dixwazî? Em birayê hevin. Pere ne muhîme.” Ev tiştê ew dibejin mîna vî ye. Lê dînê vî avayî na zivire. Dive mirov perê xwedîye bide. Nanê belaş tune. Hat fêhm kirin? Anha Kupa Cîhanê de sîh û dû taxim hene. Rûne û tim navê wan binêre. Hemu kes bi navê xwe a netewî beşdar dibe. Evqas besît e. Lê heta ku min vî fehm kir divê min sîh dewlet bigerîya. Lê mixabin hin hene se sad kîtêb bixwînin û se sad bajar bigerin nagihîşine. Lê zehf hêsan e.

     – Di van bîst û neh dewletan de kîjan herî bandor (tesîr) te kir?

     Kampa pêneber a Kenyaşeşsed û pencî hezar kes heye. Ji bo birçîtî ev kamp ava buye. Fermana milletê Rohîngya anîne. Dinyayê de belkî herî mazlum xelk ev bin.

     – Çima divê Kurd bigerin?

     Tespîtê Alî Şerîatî gellek xweşik in. Dibejê ku; “Ew milletê koç kirine, hîcret kirine, her tim medenîyetê nû avakirne. Ew milletê cihê xwe de mayî, tim paş mane.” Medenîyetê cuda çiqas werê nas kirin û keşf kirin mirov ewqas pêş dixe, zanatir dike. Mirov çiqas kêm nas bike ewqas cahil dibe. Kurdê me tu carî Cermen nedîtîne. Dibejin ev Cermen çikas ecêbin. Lê dema tên dibînin ku çi milletî pakişin. Ew tişta ku nayê naskirin mirov dijminê wî ye lê dema nas dike hev u du fehm dikin. Dibîne gelek cudabun nîne.

     – Kurdên me ji kû derî dest pê rêwîtîyê bikin?

     Bêguman divê mirov ji Kurdistanê dest pê bike. Çiqas perçe hebê divê bibînê. Peşî mirov derê nezîk bibînê û hêdî hedî dûr bikeve. Qafqasya, Rojhilata Navîn, Asya, bi taybetî Ewrupa. Ewrupa hin ji me biçuk dibînin, ser milê xwe naburînin lê cidî cidî medenîyet heye. Erê urf û edetên wan cuda ne, çanda wan xerîb tê ji me re lê medenîyê. Terîxê de barbar bûn, tîcareta xulama kirine, metîngerî kirne lê a niha vê derbas kirne. Pêşîya her tiştî li nav xwedê xwedîyê Demokrasîne, xwedîyê sîstemek şereza ne. A niha ev tiştek gelek muhîme. Beguman divê Ewrupa were dîtin.

     – Ew xurtên me ku îmkanê wan tuneyî çawa dikarin bigerin? Çimkî vî avayî gelek gazindê wan hene.

     Şîrketê me tune ku destê xortan bigre, sponsor bibe. Hebe jî nabin, ew tiştê beredayî re mijulin. Ji bo vî xurtên me divê mektebê de serkeftî bin. Bikevin nav tura bi alîyê mekteb tê çêkirin. Eger qet sponsor tunebe, pere tunebe lê dilê wî de rêwîtî he be divê ew hunerek ji xwe re hîn bibe. Paşê bi xera vî hunerî yê bigere. Divê xurtên me xwe pêş bixin û xwe bidin nas kirin. Paşê herin çalakîyên navnetevî. Bi vî avayî yê bigerin.

     – Li gora te divê mirov tinê an bihevalan re rêwîtî bike?

     Bi hevalan rê xweş e û min gelek cara jî bi tinê rêwîtî kir. Bi koman re jî min kir lê dema zêde be ne xweş dibe. Mirov qet tam nastîne. Hemû kes tiştên cuda dixwaze. Du, sê heta çara başê bi qelebalix çenabe. Navbera du û çar îdeale. Tinê bûn jî ne xweş e. Behna mirov teng dibe. Zêde kes hebe program nayê çekirin. Mîsal mirov bajerek bigere îhtayacek kesî çedibe. Nîv seet wunda dibe. Ehleqe hemu kes cudaye. Ewen hevre dikevin ser rê divê zewka wan yêk be. Ne wisa be şer, nîqaş derdikeve. Min van tecrûbe kirye. Ez komek re çum Kenyayê. Ez dibejim werin em ji xwe re Afrîka bigerin lê dema ew mizgeftek dibînîn rastêrast diçine û penç seet jî dernakevin. Mirov dibeje bavo roj xilas, mizgeft welatê me jî hene, hun çidikin, edî bese lê bê feyde ye.

     – Li gora te kesê bigerê zanatirê an kesê kîtêba bixwînê?

     Ew kesê ku rêwîtî dike û paşê dinivîse zanatir e.

     – Li nav van dewletan te kîjanî zehftir hez kir?

     Herî xweşik welat Rohîngya bû. Mîna Cennete lê mixabin we Cennetê de Cehennemê dijîn. Xeynî vî Norge û Kenya jî bala min kîşand.

     – Cihekî tu zehf dixwazî herî lê tu neçuyî heye?

     Erê welatên Afrîka min gellek dixwest ez bigerim, lê heta niha min yeqcar Misir û Kenya dîtîye. Antarktîka gellek meraq dikim. Welatên Asyayê dûr mîna çîn, Kore ya Başûr û Japonya biçuma baş bû. Polînezya min bîr kir.

     – Min nivîsên te yê rêwîtîyê nirxand û dît ku tu gelek teferrûat didî? Sedem çîye?

     Li gor min teferrûat (kitekit) ji mijarên bingehîn muhîmtir e. Nasnameya mirov bi van kitekitan ve dîyar dibe. Eger mirov kirekit nede ew nivîs dibe nivîsek ansîklopedîk wî gavê ne xewceyê nivîs e. Eger tu bixwazî tiştek cuda ava bikî divê tu bikevî kitekitan.

     – Dawîyê de dixwazî tiştek bejî?

     Ez bi taybetî xortên me re rewîtî peşnîyar dikim. Dema weqt hebe bila çentê xwe bavejin milê xwe û bikevin ser rê û bila vê dinyayê fireh û tijî derfet keşf bikin.

     Roportaj: Muaz Çetin

     REWİYÊ KURD

     23’YÊ BERFANBER 2019

YÊK WELAT – YÊK FOTO

Erebistan a Sûudî

Pakistan

Keşmir

Misir

Liechtenstein

Çariya Rojhılat

İtalya

Çekistan

Cermenistan

Svisre

Frengistan

Behra Navin

Slovenya

Albanya

Makedonya

İran

Qatar

Kenya

Bangladêş

Rohingya

Turkmenistan

Tûrkiye

Welatê Jêrîn

Frizya

Belgiyê

Danimarka

Zvêrge

Norge

Kurdistan

 

245 Total Views 1 Views Today
Twitter'da Paylaş     Facebookta Paylaş

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir