Guldexwîn li Benda Alîkariyê ye

 

isediyani

Nivîskar Sêdiyanî ji lehenga xêzafîlma “Heidi” ya ku ji Çiyayên Alp ên Swîsreyê îlham wergertiye û çîroka Guldexwînê nivîsiye. Guldexwîn wek xêzelehenga yekem a zarokan ya edebiyata Kurdî tê qebûl kirin.

 

     Berhemên edebîyata zarokan yên bi Kurdî bi piranî bingeha xwe ji folklora Kurdan digirin. Lê belê niha ji aliyê hin nivîskarên Kurd ve bo zarokên Kurd, pirtûk ji nû ve têne nivîsîn. Yek jî ji van nivîskaran İbrahim Sêdiyanî ye.

     Sêdiyanî bo zarokan pirtûka bi navê “Guldexwîn” çend sal berê nivîsîbû û Guldexwînê ji aliyê Kurdan ve eleqeyeke baş dîtibû. Niha Guldexwîn bo xêzefîlmê ev demeke dirêj e ku li benda alîkariyê ye. Guldexwîn wekî yekem xêzelehenga zarok a edebîyata Kurdî tê binavkirin.

     Em wek Heftenameya Basê  bi nivîskarê Guldexwînê İbrahim Sêdiyanî re li ser pirtûka wî axivîn.

     “MIN GULDEXWÎN DI PERSPEKTÎFA EKOLOJIYÊ DE NIVÎSΔ

     Nivîskar û helbestvan Sêdiyanî heta niha şeş pirtûk nivîsiye û pirtûka helbestan a bi navê “Gülistan”, pirtûka ceribandinê a bi navê “Sözlerim Var Sevgiye Dair”, pirtûka fikrî ya bi navê “Siyah Devrim”, pirtûkên lêkolinê yên bi navên “Adını Arayan Coğrafya” û “Bütün Yönleriyle Şeyh Said Kıyamı” (2 cîld) pirtûkên wî ne û Sêdiyanî, xwestiye ku bi pirtûka “Guldexwîn”ê ve jî bikeve cîhana zarokan. Nivîskar Sêdiyanî ji lehenga xêzafîlma “Heidi” ya ku ji Çiyayên Alp ên Swîsreyê îlham wergertiye û çîroka Guldexwînê nivîsiye. Guldexwîn wek xêzelehenga yekem a zarokan ya edebiyata Kurdî tê qebûl kirin. Di pirtûka Guldexwînê de behsa çîroka zaroka piçûk a bi navê Guldexwînê tê kirin û Guldexwîn zarokeke him şêrîn him jî nehs e. Ew pirtûk wekî “Heidiya Kurdan” jî tê binavkirin û pirtûk bi Kurdî hatiye nivîsîn.

     Nivîskar Sêdiyani dibêje niha di gelek mijarên berhemên zarokan de an tundî an jî tiştên zêde xeyalî hene û Sêdiyani armanca vê pirtûkê wiha tîne ziman, “Min ev pirtûk bi armanca ‘hişmendiya hawirdorparêz û hezkirina xwezayî’ hînî zarokan bikim nivîsî. Yanî min bi temamî Guldexwîn di perspektîfa ekolojiye de nivîsî. Di vê pirtûkê de, behsa hezkirina xweza, heywan û hişmendiya derdorê ewqas zêde tê kirin ku zarok bi saya vê pirtûkê wê gelek tiştan hîn bibin. Zarok wê bizanibin ku li dinyayê ne bi tenê meriv dijîn heman demê heywan, giya, nebat, dar hene û wek merivan dijîn. Ji loma wekî her jîndarî mafê wan e jî ku jiyaneke azad bijîn. Lewma jî divê mafên van jî bê parastin û her wisa divê em xwezayê biparêzin.”

     Guldexwîn pirtûkeke bi dîmen e û dîmenên wê ji aliyê civaneke bi navê Zişan Özeke ve hatiye xêz kirin. Sêdiyanî dibêje Guldexwîn 21ê Adara 2012an de hate dinê. Guldexwîn beriya ku wek pirtûk bê çapkirin di malpera Siirt’ten Öte ya ku li Sêrtê weşanê dike bi qasî salekê beş bi beş hat weşandin. Guldexwîn, di 29ê Gulana 2013an de jî ji Weşanxaneya Dîwanê wek 63 rûpelan hatiye çapkirin.

     Sâdiyanî bo navê Guldexwînê jî wiha diaxive, “Guldexwîn kulîlk e û bi tenê li welatên Kurdan li Şêmzînana Colemêrgê û li derdorê çiyayê Zagrosê digihêje. Maneya navê vê kulilkê jî wek ‘Gula ku xwîn digirî’ ye. Navê Guldexwînê di zanistiya botanikê ya Latinî de ‘Fritillaria Kurdica’ yanê,  wek ‘Kulîlka Kurdan’ derbas dibe. Kulîlka Guldexwîn ji aliyê  şikil û seknê ve naşibe gulên din. Çimkî serê vê mîna gulên din ne li jor, serê vê li xwarê ye, Ji serê wê dilop dilop av diniqûte û ji ber van taybetmendiyên xwe bi sedan sal e ji zanyaran zêdetir bala wêjevan û helbestvanan kişandiye.”

     HEVALÊN GULDEXWÎNÊ: MÎRCAN, BERXÊNAZ, YÊKDANE, ZERPÊRÎ…

     Sêdiyanî dibêje di şexsê keçika piçûk de kulîlka Guldexwîn rih ditiye û Sêdiyanî derheqê pirtûkê de wiha diaxive, “Ev çîrok li gundê Nehrî ya li ser navçeya Şemzînana Colemêrgê derbas dibe. Guldexwîna 4 salî gelek şêrîn e lê belê gelekî jî nehs e. Mîna Heidi ye û du deqîqe di ciyê xwe de nasekine. Serê sibehê heta êvarê li gund şûm dibe bi golik, berxik û dehşikan re dilîze. Here ku derê hevalên wê jî li pey wê ne. Navê wê yê ne rast Elif e. Ji ber kincê xwe yê kesk û porê xwe yê zer gundî ji wê re ‘Guldexwîn’ dibêje. Hevalên Guldexwînê wek pisîka bi navê ‘Mîrcan’, berxika bi navê ‘Berxênaz’, dehşika bi navê ‘Yêkdane’ û çûka ku bi navê ‘Zerpêrî’ hene. Guldexwîn hevalên xwe zefh hez dike. Hevalên Guldexwînê Siyabend û Rozerîn jî hene.”

     Sêdiyani dibêje ev çîrok, herçiqas bo zarokan ji serî heta binî çîrokeke bikêf be jî di dawiya çîrokê de çîroka malbeteke bi êş heye. Guldexwîn sêwî ye û dê û bavê wê tune. Li cem kalemêrê Seyda Ehmed û Dilşa Xanimê dimîne, wan wek kalik û pirîkê xwe dizane. Dê û bavê wê kî ne, mirine an sax in ne diyar e. Vê yekê bi tenê Seyda Ehmed û Dilşa Xanim dizanin lê ji tu kesî re nabêjin.

     Piştî ku Guldexwîn wek pirtûk çend sal berê çap bû ji aliyê Kurdan ve eleqeyeke mezin ditîbû. Nivîskarê pirtûkê bi nîyeta xêzefîlmê Guldexwîn  nivîsiye lê  tevî  eleqeya bo pirtûkê, hatibû plankirin ku wê xêze fîlma Guldexwînê jî bê çêkirin.

     Herçiqas çend sal derbas bibe jî nivîsakarê pirtûkê Sêdiyanî dibêje bo xêzefîlmê hê jî alîkarî digere lê belê tiştek bi dest nexistiye û Guldexwîn bo xêzefîlmê li benda alîkariyê ye.

     Gönül Gün

     HEFTNAMEYA BAS

     26’Ê PUŞBER 2017

221 Total Views 3 Views Today
Twitter'da Paylaş     Facebookta Paylaş

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir