J’Sehabe Caban el- Kurdî Heta Murşîd Ebû’l- Wefâ-yê Kurdî

 

Murad Civan

 

 

 

 

 

     Di lêkolîn û lêgerînên xwe de, qenaetek li min peyda buye ku di ser eşîra mezin a kurd a tarîxî Cawaniyan’re dikare peywendiyeka dîrokî – civakî di navbera Caban El Kurdî’yê sehabeyê pêxemberê İslamê Hz Muhammed û damezrênerê terîqeta Wefaiyeyê; (murşidê hema hema hemu şaxên Alewîtiya Anatolyayê û Kurdistanê yên kurd û tirk) Ebu’l Wefa el Kurdî de hebe. Helbet belgeyên xurt li ba min tunene. Lê yên heta nuha li ber dest in, nîşan didin ku dikare ev pêwendî eger baştir bê zelalkirin,  rola kurdan a di İslamê bi giştî, İslama Kurdistanê û Anadoluyê bi taybetî de baştir bê fêhmkirin. Heta li gel rehên İslamiya ortodoks û heterodoks ên civakê, hin baweriyên ku xwe li derveyê İslamê dibînin jî zelaltir bibe.

     Loma, ev nivîsa min tenê wek balkişandinekê û mihaweleya rêvekirinekê ye di derbareyê peywendiyên sehabe Caban El Kurdî, eşîra kurd a Cawanî û murşid Ebu’l Wefa el Kurdî de.

     CABAN EL- KURDÎ

     Caban el- Kurdî yek ji wan kurdan e ku di dema pêxember Hz. Muhammed de bûye misilman, hevalê wî yê ew qas nêzîk e ku ji wî hin hedîsên li ser jiyana malbatî û paşeroja İslamê ên sehîh hatine rîwayetkirin. Ew, her wiha di destpêka belavbûna İslamê de xwedan roleka giring e jî.

     Diyar e, di dema nêzîk û ya modern de, yê ku cara pêşîn bal kişandiye ser sehabe Caban el- Kurdî, Ebû Senâ Şihabeddîn Mahmud el- Alusî (1802 – 1854)’ye (1). Wî di berhema xwe ya bi navê Tefsîr’ul- Rûh’ul- Meanî” de ku di 1850-yê de temam kir, cih daye Caban el- Kurdî (Ebû Meymûn Caban el- Kurdî) û ew û kurê wî Meymûn ibn Caban el- Kurdî da naskirin. Di nav kurdan de jî Muhammed Emîn Zekî Beg di destpêka sedsala 20-ê de li ser agahiyên ji Mahmud el- Alusî wergirtî, di tarîxa xwe Tarîh-i Kurd we Kurdistan” de û di berhema de ya bi navê Meşahîr-i Kurd we Kurdistanê” de cih da vî yekemîn sehabeyê Pêxember ê kurd ê naskirî. Bi saya wan berhemên ji destnivîsên tarîxa îslamê ên derbarê Caban el- Kurdî û kurê wî Ebû Buseyr Meymun ibni Caban el- Kurdî rêkûpêktir digihên me.

     El- Alusî radigihîne ku alimê hedîsê yê misrî yê sedsala 14-ê-15-ê El Hâfız Ebû’l Fazl Ahmed bin Ali bin Muhammed Şihabeddîn el- Kinanî el- Asqalanî (1372 – 1449) ku bi kurtî wek İbn-i Hacer tê naskirin, di berhema xwe ya bi navê El- İsabe fî Temyîz el- Sahabe” de behsa wan hedîsên Pêxember dike ku ji bal sehabeyên kurd ve hatine neqilkirin. (2)

     Muhammed bin Suleyman el- Rudanî jî di berhema xwe ya bi navê Cem’ul- Fewaîd” de  hedîsekê neqil dike ku wî ji Meymûn el- Kurdî û wî jî ji bavê xwe Caban el- Kurdî rîwayet kiriye ku wî jî ji Pêxember bihîstiye. Alimê hedîsê yê Suriyeyî ê naskirî Suleyman el- Taberanî (873 – 970) jî El Mucem’ul- Ewsat”ê de diyar dike ku sehabe Ebû Hulde bûye şahide wê yekê ku hedîs ji Meymûn el- Kurdî hatine bihîstin ku wî jî ji bavê xwe rîwayet kirine. (3)

     Yanî Caban el- Kurdî hevalê Pêxember ê nêzîk bû. Caban el- Kurdî piştî ku bû misilman, wek walî hat şandin devera Bazanê ku tê gotin devera wî bû.

     Muhammed Emîn Zekî Beg di destpêka sedsala 20-ê de, di berhema xwe ya bi navê “Meşahîr-i Kurd we Kurdistan” de agahiyên Alusî yên li ser Caban el- Kurdî derxist pêş û ew di nav meşhûrên kurd de nasand.

     Di vê navberê de Muhammed Emîn Zekî Beg, bal kişand serê ku navê vî sehabeyî, muhtemelen “Gavan”e ku ji ber deng û alfabeya erebî wek “Caban” hatiye nivîsîn. Pişt re Abdullah Varlı jî di berhema xwe ya li ser dîroka dewletên kurd de (4), balkişand ku ‘Caban’ bi eslê xwe ‘Gaban’ e, lê ji ber tunebûna dengê ‘g’ ew wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn. Raste, di erebî de ne dengê ‘g’yê ne jî yê ‘v’yê heye, loma îhtîmaleka mezin gotina ‘Gavan’ di destnivîsên erebî de wek ‘Caban’ hatiye nivîsîn ku di mesela van dengan de, di tarîxa İslamê de û nuha jî, di çavkaniyên bi erebî de em gelek caran rastî guhertinên bi vî awayî tên, ew qas ji orîjînalên xwe dûr dikevin ku nema tên nasîn.

     Di çavkaniyên kevn de, meriv li gel navê Caban el- Kurdî rastî navê Caban el- Surdî / Sirdî jî tê. Di dema modern de gelek dîroknasên tirk û ereb ji bo eslê kurd ê Caban wenda bibe, wî ne wek Caban el- Kurdî, lê Caban el- Surdî / Sirdî dinivîsin. Ev ji qewmiyetperestiya dîroknasên dema modern tê. Lê ew leqeb divê em bizanin ku di qirnê navîn de, ne bi mihawelekirina wendakirina kurdîtiya wî jî hatiye bikaranîn. Esas piştî ku di çavkaniyên kevnar de Caban el- Kurdî heye, ne hewce ye meriv ji hebûna sifetekî din têkeve gumana nekurdbûna wî. Gelek caran însanên naskirî hene ku bi sifetên cuda tên naskirin, li gel sifetê qewmiyeta xwe, ê bajarê xwe, ciyê ku lê meşhur bune û hwd.

     Li ser ‘Surdî / Sirdî’ya Caban, ji bal kurdan ve jî hin teorî hatine pêşkêşkirin. Abdullah Varlı iddiâ dike ku ev nav jî awakî gotina qewmiyeta wî, kurdî bi xwe ye. Ew behsa versiyonên Curtî / Cyrtî ya ku grêkiyan kurd pê binavkirine dike û dibêje ku di telefuzê de ev Curtî / Cyrtî diçû heta dengê Çurtî / Çyrtî. Ji bo ku dengê ‘ç’ di erebî de tunebû wek mesela ‘Çînî / Sînî’ ereban Curtî dikir Surtî / Sirtî. Loma carina jî wek Caban el- Surtî / Sirtî hatiye li gor Varlı.

     Li gor Amir Hadî jî Surdî ew sifet e ku ji ber ciyê ku ew jê hatiye lê hatiye danîn. Ew dinivîse ku di Mu’cem’ul- Buldan” a Yaqut el- Hemawî de navê Serderoz wek yê gundeki ji gundên Hemedanê hatiye û dibe ku paşnav ‘Serdî’ bi guhertina ‘Serdî’ ya ji Serderozê hatibe û guhertinên wiha di zimanê erebî de pirr in. Eger ev rast be, nexwe ya dirist ew e ku Caban el- Serdî bavê Meymûn el- Kurdî’ye. J’ber Hemedan li herêma Çiya (El- Cibal) ye, ya ko welatê kurdan e û ew Ekbatan a paytexta kevn a Mediyan (bapîrên kurdan) beriya sala (550 BM) bixwe ye. (5)

     Îhtîmala ku Caban el- Kurdî ji derûdora Hemedanê hatibe ne dûrî aqîlan e. Divê bê bibîrxistin ku têkiliyên kurdan li gel ereban hê ji berî hilatina İslamê hebûn. Ereb cîranê başûr ê kurdan bûn. Berî İslamê, kurd li welatê xwe, di navbera du împaratoriyên mezin de parçe bûbûn; Welatê çiyayîn ê Torosan ê heta başurê Musûlê, heta bigihê Tikrîtê û bakurê Halebê, Cezîre û tevayiya rojhilatê Rîhayê, Nûsêybîn, bakurê Halebê û derûdora Diyarbekrê, di bin destê İmparatoriya Romayê de, beşê din ê Kurdistanê jî ku piranî bû, di bin destên Sasanîyan de bû. Sasanî jî, berî İslamê, İraqa Ecem û İraqa Ereb, seranserê peravên Xelîca Besrayê; heta bigihê Yemen jî tê de, destilatdar bûn. Hê kevntir, Sasanî gihaştibûn Misirê jî, demekê ew xistibûn bin destên xwe. Di vê çarçeweyê de hem kurdên nav Romayê hem yên nav Sasanîyan cîranên bakur ên ereban bûn.

     Erebistana derûdor Mekkeyê û Medinê jî di nav eşîrên ereban de perçe bûbû. Em dizanin ku Muhammed berî teblîxa pêxemberiya xwe, di destpêkê de li gel apê xwe û pişt re  li ser navê hevjîna xwe Xatîceyê tîcaret dikir û ew yan heval û hevkarên wî ber bi Yemenê, Suriyeyê (Dimeşqê), Necefê, Besrayê û Dêzfulê ve diçûn dihatin. Li van bazaran, tucarên kurd û ereb gelek rastî hev dihatin û pêwendiyên xurt ên danustendinê di navbera wan de hebû. Dimeşq bajarekî giring ê biladê Suriyeyê û Dêzfûl jî li rojhilat nêzî Hemedenê û welatê Çiya (El- Cibal) bû ku bazirganên kurd dadiketinê. Demekê ku şer li devera Suriyeyê, di navbera Romayî û Sasaniyan de derket, bazarên Dimeşqê ji bo bazirganiyê bûn nelêhatî, li başûrê Mekkeyê, li Xelîcê û Yemenê jî bazirganên kurd û ereb rastî hev hatin, wan danûstendin kirin. Loma ne ecêb e ku hê berî İslamê gelek hevalên Muhammed ên kurd hebin, danustendin û alîkarî di navbera wan de hebin. Abdullah Varlı, de berhema xwe de behsa hin Kurdan û alîkariyên wan bi Muhammed re ên di destpêka pêxemberiyê de jî dike.

     İhtîmala mezin, Caban (Gavan) el- Kurdî yek ji van kurdên El- Cibal, an derûdora Hemedanê bû ku dadiket bazara Dêzfulê, başurê Mekkeyê, heta Yemen û Dimeşqê jî û bûbû hevalê Pêxember ê nêzîk. Loma hem zûbizû bû misilman, hem jî hê di destpêkê de wek walî ji bo devera Bazên hat tayinkirin ku ew li wan deran İslamê belav bike û welat îdare bike. Ew qas kesekî pêşdahatî û binavûdeng bû.

     Li vir divê em werin ser eşîra Cawaniyan a kurd ku di tarîxa İslamê de demeka durûdirêj roleka mezin leyistiye.

     EŞİRA KURD CAWANÎ

     Cawanî eşîreka kurd e ku di tarîxa İslamê de hê di sedsala 8 – 9’ê de çavkaniyên ereb û İslamê behsa wê kiriye. Ji wê demê heta sedsala 13-ê; dewra dewleta Eyyubiyan jî bi minasebetên cuda navê vê eşîrê û yên mezin û pêşdehatiyên wê, têkoşîn û berhem û xizmetên wê ji bo misilmantiyê tên kirin.

     Di derbarê eşîra Cawanî de di dema modern de lêkolîneka berfireh, belkî jî take – lêkolîna seranserê tarîxê ji bal dîroknasê nîvê sedsala 20’ê ê Iraqî û mamosteyê Zankoya Bexdayê Dr. Mustefa Cewad (1901 – 1969) ve hatiye kirin. Dr. Mustefa Cewad, di salên 1954’ê de bi erebî lêkolîneka dûrûdirêj li ser Cawaniyan kir û ev, di Kovara Zanistan a Iraqê” de hat weşandin. Pişt re di salên heftêyî de li Başûrê Kurdistanê, di dema Şoreşa Kurdên Başûr de, şairê binavudeng Hejar Mukriyanî ew lêkolîn wergerand ser kurdî (soranî) û di Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî” de bi navê “Hozî Bîrkirawî Gawan” bi pêşgotin û hin notên binî hat weşandin. Van salên dawiyê Aso Zağrosî wergera kurdî bi nasandin û wergerandina ser Tirkî û kurtkirineka gelek berfireh a hêja li ser torra internetê, di lêkolîneka xwe de weşand. Di metnên wergera Dr. Cewad û şîrove û nasandinên Zagrosî de bi berfirehî hem li ser Cawaniyan hem li ser Ebu’l- Wefa-yê Kurdî û pêwendiya wî bi Cawaniyan re tê rawestiyan. (6)

     Ev xebat jî destnîşan dikin ku eşîra ku di çavkaniyên erebî yên qirnê navîn de wek “Cawanî” nivîsandî, bi eslê xwe eşîra “Gawanî / Gavanî” ye ku ji ber tunebûna deng û tîpên ‘g’ û ‘v’yê ew bi wî awayî hatiye nivîsîn. Ez tevî vê tespîtê dibim û di ser de, bi gumana min, dikare peywendiyek di navbera sehabe Gavan (Caban) el- Kurdî û eşîra Gavanî (Cawanî) de hebe, ew ji wê eşîrê be. Heta dikare berî misilmanbûn û walîbûna Caban el- Kurdî li devera Bazan li ser navê İslamê, navekî din ê eşîrê hebûbe, piştî navdarbûna Caban (Gavan) el- Kurdî eşîrê destpêkiribe bi navê Cawanî (Gavanî) hatibe naskirin. Di eşîran û dewletên qirnên navîn de, hema hema hergav wiha ye ku bi navûdengdayina kasayetiya ji nav eşîrê, mîrekiyê an dewletê, ew navê xwe yê kevn dihêle û bi navê kesayetiyê nuh tê naskirin. Karîzmaya sehabetiyê û walîtiya deverekê a di destpêka berfirehbûna îslamê de gelek bilind û hêja ye ku eşîra sehabe û walîyê deverê ji ber navê ‘Gavan’ bibe Gavanî’.

     Mesela gumana min a ku sehabe Caban (Gavan) el- Kurdî dikare ji wê eşîrê hatibe û pişt re navê xwe dabiyê ji wê yekê tê ku çavkanî gava behsa Cawaniyan (Gavaniyan) dikin ciyê wan ê destpêkê ê naskirî, wê deverê nîşan didin ku Caban el- Kurdî jî muhtemelen ji wê derê hatiye. Qasî ku tê zanîn yê cara pêşî bi navê Cawanî behsa vê eşîra kurd kiriye Mesudî (tarîxa mirinê 956 Bexda)’ye. Ew di berhema xwe Murûc’ul- Zeheb”ê de gava behsa kurdan dike navê vê eşîrê jî tîne. Pişt re di serî de İbn-i Esîrİbn-i Kesîrİmad İsfahanî (1125 – 1201), Firuz Abadî (1329 – 1414)Seyyîd Murteza Zubeydî, Sıbiqî û hin kesên tir behsa Cawaniyan an serok û mîrên wan dikin. Gava Mesudî, Cawanî jî di nav de behsa eşîrên kurdan dike, diyar dike ku ew li devera el- Cibalê dijîn. El- Cibal, li gel navê Zozan (Zewzan) yek ji wan navên herî kevn e ku ereban li welatê kurdan kirine. El- Cibal, pirtir ji derûdora İsfahan, Hemedan û bakur û rojhilatê şaxîn ê Şarezora wê demê re, ji deverên çiyayîn ên Zagrosan re dihat gotin. Zozan jî pirtir ji destpêka Şingalê û Musûlê bigre seranserê Hekkarîya berfireh a devera çiyayîn a welatê kurdan re dihat gotin.

     Cawanî jî ji eşîrên devera el- Cibal, yanî derûdora Hemedanê bûn. Gava meriv bifikire yek ji wan bajarên bazirganiyê yên berî û dema destpêka İslamê ew Dêzfula li başurê rojavayê Hemedanê bû û bazirganên kurd û ereb li wê derê hev didîtin, ev jî îşaret e ber bi wê yekê ve ku Caban û Cawanî ji eynî deverê bûn û bazirganên Cawaniyan (yan jî navên wan ên kevn ku em nuha nizanin.) li gel bazirganên ereb; Muhammed û heval û merivên wî di nav peywendiyên xurt û baş de bûn.

     Cawanî pişt re di dema destpêka sedsala 12’e (teqrîben 1101 – 2) de tevî eşîra Ben-i Esed ya ereb bajarê Hille ava dikin. Hille qasî sed kîlometreyan li başurê Bexdayê ye, nuha jî bajarekî şên ê ereb e. Dr. Mustefa Cewad di 1954’de dinivîse ku hê taxeka Hilleyê, bi navê Taxa Kurdan” tê naskirin. Lê ji wê demê bi vir de, ew tax nemaye. Hille ji alî rojava ve nêzîkî Hemedanê ye û ev jî delîlan xurt dike ku Cawanî di destpêka xwe de li wan waran dijiyan, ji wan deran hatin wan Hille avakir û di tarîxa İslamê de di dewra Ebbasiyan de, pişt re bi îstîlaya tirkmanên oxuz û avabûna dewleta Selçûkî re rolaka esasî lîst.

     Gava oxuz Îranê, Kurdistanê û İraqa Ereb îstîla dikin, gelek dewlet û hukumetên xanedenî yên îranî, kurd û ereb ên lokal û mezin dixin bin zefta xwe û pişt re hêdî hêdî desthilatan ji destên serok û mîrên wan derdixin, dixin bin yên li gel xwe. Di wan şeran de ku Tuğrul û sultanên Selçukî yên piştre hatî li gel xelîfeyên Abbasî kirin, Cawanî jî bibizav xuya dikin. Ew ji Hilleyê tên heta Musûlê, li wan deran serdarî dikin, gelek caran ew jî li hember Selçukîyan dikevin şeran, gava biserdikevin warên xwe firehtir dikin, lê gava zora wan diçe ew vedikişin heta rojavayê çemê Feratê, Herranê, Rîhayê vedikişin.

     DUBEREKİYÊN NAVBERA SELÇUKÎYAN Û KURD

     Gava meriv li tarîxa Selçukîyan dinêre, eşkere ye ku nelihevkirin û pevçûnek di navbera wan oxuzên li pey Tuğrul û zarokên wî û oğuzên li pey pismamê wî Arslan Yabgu û birayê wî yê ji dêmariyê İbrahim Yinal de heye. Bera Tuğrul, Alpaslan û pişt re Melikşâh û Muhammed Sencar û hwd. her tim bera İbrahim Yinalê ji dêmariyê û Arslan Yabguyê pismam, ji navenda desthilatê dûr xistine û tim şandine perîferî û serhedan. Yan ji bo ku li navendan cih negirtine ew bi xwe li serhedan (ew deverên hidûdî yên ku di navbera daru’l İslamê û daru’l herbê de hebû li rojava Romayî û ermenî, li bakur ermenî, gurcî, çerkes û civakên din yên ne misilman) diman.

     Di van pevçûnên malbata xanedaniyê de, kurd her çendîn li gel herdu aliyan hebûn jî, pirtir ku bera Tuğrul û Alparslan li navendê xurt bû, biserket û wek deverên ereb û îraniyan, yên kurdan jî xist bin destên xwe, bi wan re dihatin hemberî hev. Pirraniya Kurdan li gel İbrahim Yinal û Arslan Yabgu hevkarî û bi bera Tuğrul re şer kirine, ew bera ku li İranê, İraqa Ecem û ya Ereb û li Kurdistanê dewleteka berfireh danî. Arslan Yabgu jî bavê Kutalmış e, ku ew jî bavê Suleyman Şâhê bapîrê sultanên dewleta Selçukîyên Romê ye. Gelek kurdan li gel vê berê hevkarî kirine û li gel wê û zarokên Kutalmış an Suleyman Şah ber bi rojavayê Anatolyê ve di nav hidûdên İmparatoriya Romayê de bipêş ve çûne. Li serhedên Selçûkîyên Romê, gelek mîrekîyên serhedan ava kirine û li peravên Deryaya Navçend û ya Egeyê bûne Emîr Sevahîl (mîrên peravan).

     Cawaniyan (Gavaniyan) jî hevkarî li gel İbrahim Yinal kir û bi şerderket hember Selçukîyên mezin. Lê ew têkçûn, vekişiyan rojavayê Feratê. Bi vî awayî meriv Cawaniyan li Suriyeya kevn, li Bîladê Şamê jî dibîne. Heta di dema Eyyubîyan de rêvebir û alimên jêhatî ji Cawaniyan derketine, xizmeteka hêja di dewleta Eyyubî de kirine. Em rastî weqf û medreseyên bi navê Cawanî tên ku ilim û îrfan belav kirine.

     Lazim e, şopa Cawaniyan a piştî Eyyubîyan jî bê ronahîkirin. Muhtemelen wan di dema Memlukîyan, ya Selçukîyên Romê û Osmanîyan de rola xwe leyist, şopa xwe di tarîxê de danî. Her wekî mîrekiyên serhedên Romayê û emîr sewahîlên Germiyanî, Candarî, Menteşayî, Aydinî û hinên din. Germiyanî li gor İbn-i Batuta êzîdî bûn, Menteşayî û hin beg û reîsên din ên serhedên Selçukîyên Romê, wê demê alewî bûn.

     Li Hilleyê hevkarên Cawaniyan eşîreta ereb a Ben-i Esedî ser bi Fatimiyên şîâ bûn. Mîr û begên Cawanî jî gava Selçukîyan zora wan bir, demekê wan dev jê berda xutbe li ser navê Xelîfeyê Abbasî nexwend, li ser navê xelîfeyê Fatimiyên Misrê xwend, lê pişt re ew vegeriyan.

     Em dizanin ku murşidê mezin ê Adewiyeyê Şêyh Adî bin Musafir (kesayetiyê pîroz êzîdîtiyê) û Ebu’l- Wefâ hemdem û hevalên hev bûn. Loma pêwendiyên pir alî bi civakên alewî û êzîdî re hebûne û dikare bê fahmkirin ku ew bi xwe sunne û şîe têkilhev bûne.

     EBÛ’L- WEFÂ-YÊ KURDÎ

     Yek ji van şopan bi saya alim û mitesewifê mezin Ebu’l- Wefâ el Kurdî dikare bê taqîb kirin, ku navê wî yê rastîn Muhammed e. Ew, sala 1026’e li gundê Qusanê ê nêzî Wasita Iraqa wê demê ji dayik buye.

     Di derheqê Ebu’l- Wefa de  sala 1321-ê de ji bal Şehabeddîn Ahmed el- Wasitî yê ji terîqeta Wefaiyeyê ku damezrênerê wê Tac’ul- Arifîn Muhammed Ebu’l- Wefa el- Kurdî’ye, menqibeyek bi bi erebî ya bi navê Tezkiret’ul- Muttaqîn we Tebsirat’ul- Muqtedîn” (du cild) nivîsîye. Pişt re kurteyeka guhartî jî bi zimanê osmanî, bi navê Menâkıbnâme-î Tac’ul- Ârifîn es- Seyyid Ebu’lWefâ” hatiye nivîsîn. Ew ji bal Dursun Gümüşoğlu ve hatiye transkrîbekirin ser alfabeya Latînî, sadekirin û li gel osmaniya wê ya bi tîpên Latînî di 2006-ê de li Tirkiyeyê hatiye weşandin. (7) Eslê destnivîsê yê orîjînala menaqibnameyê ya bi erebî li Parîsê di arşîva Muzeya Lourê de ye.

     Ew kitêb, diyar dike ku bav û diya Ebû’l- Wefâ bi eslê xwe kurd in. Lê ji ber ku ew danerê murşid ê terîqeta Wefaîyeyê ye, di nav xelkê wê demê de wek seyyid tê naskirin, nivîskarê “Menaqibname”yê jî silsileya bavê wî, di ser Hz. Huseyn re digihîne Fatımâ ya keça Hz. Muhammed û jına Hz. Ali. Li gor kitêbê navê bavê Ebu’l- Wefâ Muhammed Arizî (li hin deran Azizî hatiye nivîsîn) ye, pişt re ji ber kurê xwe ew wek Muhammed Ebu’l- Wefâ el- Kebir el- Arizî hatiye naskirin. Ew ji eşîra Ben-i Nercis a kurd e. Navê diya wî Fatımâ (Ümmü Gülsüm)’ye ku ew jî bi eslê xwe kurd e, navê birayê wê (xalê Ebu’l- Wefâ) Şêrko’ye. 

     Ebu’l- Wefâ, demekê li gundeki bi navê Kalmîna maye. Bavê wî, tê gotin, di navbera gundên Hayasem û Zebaleyê de çuye hatiye. Yek ji çavkaniyên Osmanî ku di 1530’ê de hatiye nivîsîn (8) gundê Zebale qasî 10 kilometreyan li bakurrê Herranê nişan dide. Ev gund, nuha jî bi navê tirkîkirî “Giyimli” heye.

     Bi maneya ku li wê deverê şopên murîd û xelîfeyên terîqeta Wefaiyeyê hene, ev cih ne dûrî aqilan e. Wek tê zanîn Baba İshaqê (xelîfeyê Baba İlyas) şêxê ji terîqeta Wefaiyeyê ku di 1240-ê de serî li hember Sultanê Selçukîyên Romê Xiyaseddîn Keyhüsrev II-yê hilda, bi xwe li gundeki bi navê Kefersudê (Keferduz, tirkan kiriye Doğanlı) dijiya ku ew dikeve nav hidûdê Hisn-i Mansur (Semsur, nha Adıyaman).

     Baba Xarqîn (Ğarqîn, yê xerqbuyî) ku ew jî şêxekî ji terîqeta Wefaiyeyê ye, tekyeya wî li gundeki nêzîkî Koserê (Dunêsir, nha Kızıltepe)’ye.

     Sembola pîroz a terîqeta Wefiyeyê, kulahê ji çermê geyikan (xezalan, ceylanan) e. Vê terîqetê ew qas giringî daye vê sembolê ku wan li ser wê, bi terîqeteka din re pevçiniye û dawîn ew di destê xwe de hiştiye. Ne xerîb e ku hê ji tarîxên gelek kevn de heta nuha, deşta Herranê û Berrîya Mêrdînê warê geyikan (xezalan) e. Vê terîqetê, gava ew li vê deverê ava buye, tevgeriyaye û geş buye, postê, heta belkî serê geyikan ji bo xwe wek sembol hildaye.

     Li Bursayê nuha tekyeyek heye ku tirk jê re Geyikli Baba dibêjin. Di destpêka avabûna dewleta Osmanî de, li Bursayê şêxekî naskirî hebû bi navê Geyikli Baba. Gava jê hat pirsîn gelo ew kî ye, çi kes e, wî got ew ji terîqeta Wefaiye ye û xelîfeyê Ebu’l- Wefâ’ye. Li serê wî hergav kulahê ji çermê geyikan hebû, loma xelkê ew bi navê Geyikli Baba bi nav dikir.

     Ebu’l- Wefâ, bi umre xwe mestir be jî hevalê Şêyh Adî bin Musafir (kesayetiyê pîroz ê êzîdiyan, demzrênerê terîqeta Adewiyeyê) û yê Abdulqadir Geylanî (Gîlanî, damezrênerê terîqeta Qadirîyeyê) bûye. Wê demê, ew hemû li devera Musûlê (Şingalê), Suriyeyê û İraqê, heta Wasitê, Hilleyê tevgeriyane, çûne hatine.

     Gundê Heysam (Heyasim) li başurê Musûlê bûye. Di sedsala 16-ê de li bakurê İraqê gundekî bi navê Bab-ı Haysam (Ördekköy), hebuye ku hin dîroknas dibêjin dikare ev gund be (9). Kalmîna / Qalmîna yek ji wan gundan bû ku Ebû’l- Wefâ demekê lê ma, dikare ew gund be ku di sedsala 16-ê de bi navê “Halmîna / Xalmîna” li bakurê İraqa wê demê hebû.

     Yek ji şagird û xelîfeyên Ebu’l- Wefâ jî, yê bi navê Şeyh Mecidê Kurevî bû, tê îddîakirin ku li gundê bakurê İraqê ê bi navê Babilan a li devera Daqûq (Tawuq) hatiye definkirin. Ev der jî ew dever e ku Gavanî, Nêrgizî, Seyyid Arizî yê bavê Ebu’l- Wefâ û ew bi xwe lê geriyane, ciwarbûne.

     Navê Qusanê li devera İraqa kevn a cografî (Iraqa Ecem û Iraqa Ereb) a berfireh tê destnîşan kirin. Lê li devera Efrînê jî gundekî bi navê Qusan / Kûsan heye. Wel hasil ev hemî wek puzzel parçe parçe ne, bi lêkolînên kûrtir û berfirehtir divê ev wêne bêhtir bên zelalkirin.

     Eşîra ku di tekstên erebî de wek Ben-i Nercis tê naskirin di esasê xwe de Ben-i Nêrgiz (Nêrgizan)’e. Benî Nêrgiz, wek tîreyekê ye li ser eşîra konfederasyona mezin a Cawanî (Gavanîyan)’ye. Pêwendiyên Nêrgiziyan li gel Gavanîyan di tarîxê de xurt xuya dikin. Mesela di dema Sultan Muhammed Tapar ê Selçukîyên İranê de şerek di nabera vî Sultanê Selçukîyên İranî û hevkariya hin eşîrên ereb û kurd de derdikeve ku eşîra Gavanîyan jî di nav wan de bû. Piştî ku ev hevkarî li hemberî Selçukîyan têkçû, Sultan Muhammed Tapar Gavanî jî di nav de, eşîr ji cih û warên wan qewirandin. Warên Gavaniyan; Qusan, devera Wasit û Hilleyê dan tîreyên Beşîrî û Nêrgizî ku her du jî beşin bûn ji Gavaniyan, lê muhtemelen di wî şerî de li gel Selçukîyan rawestiyabûn. (10)

     Ev, nîşan dide ku bavê Ebu’l- Wefâ di navbera Herranê û başûrê Musûlê de gelek caran çuye hatiye, hetta dibe ku ev der, her sal warên ser riya çûnûhatina eşîra Nêrgiziyan a ber bi zozanan û germiyanan ve bû. Ne dûr e ku Ebu’l- Wefâ jî di destpêkê de terîqeta xwe Wefaîye li van deveran geş kiribe.

     Di qirnê navîn de Xorasan, ji coğrafyaya îro berfirehtir bû; hidûdê wê ê başûrê rojava digihîşt hetta hidûdên rojhilat ên İsfahanê û Hemedanê, ji başûr heta Belucistanê û ji başûrê rojhilat ve heta Afxanistanê fireh dibû. Riyeka orduyên şer, karwanên bazirganan û heciyên çûna Mekke û Medîneyê hebû ku li dora Hille, Wasit, Dêzfûl û Hemedanê jê re Terîq el- Xorasan dihat gotin. A ev eşîr, gelek ji wan li herdu aliyên Terîq el- Xorasanê bi cih bûn, ew ji wê derê belavî rojava, bakur, Musûlê, Zozanan, Bilad-ı Şam, Suriye û welatê Selçukîyên Romê bûn. Terîqeta Wefaîyye jî ev riyên belavbûnê hilbijartine û bi rêwîtiyeka sedsalan gihaştiye nav welatê Selçukîyên Romê, mîrekiyên serhedan ên kurd, tirkman û moğol, pişt re jî Osmaniyan. Bi mezinbûna Osmaniyan, şaxên terîqeta Wefaîyeyê (herwekî Bektaşîye) gihîştiye heta Balkanan.

     Ebu’l- Wefâ, bi jineka bi navê Husniye re zewiciye ku ew ji gundê Qesriye buye. Ebu’l- Wefâ beşeka giring ji umre xwe li Bexdayê bi xwendin û terîqet û tesewifê derbas kiriye ku ji ber vê,  jê re Ebu’l- Wefâ-yê Bexdadî jî hatiye gotin. Zarok ji Ebu’l- Wefâre nebûne, silsileya terîqetê di riya Şeyh Matarê kurê bire wî re (biraziyê wî) berdewam kiriye.

     Di dema saxiya wî de bi sedan mirîd û şagirdên wî hebûne ku 17 ji wan gihaştine asta xelîfetiyê, Şeyh Matar yek ji wan e ku buye postnişînê wî. Yên din jî kurd, tirkman û ereb di nav wan de hene.

     Dersderê Ebu’l- Wefâ, şêxê silsileya Zahirîyê; Şêyh Şembekîyê ji eşîra kurd a Şembek’e. Şêyh Şembekî li nêzî Wasitê hatiye definkirin.

     Ebu’l- Wefâ di 9-ê Çileya pêşîna 1107’ê de koça dawîn kiriye. Berî mirina xwe wesiyet kiriye ku Şêyh Adî bin Musafir cenazeye wî bişo, li gor menqibeyê ev wesiyeta wî cîbicî buye.

     Terîqeta Tac’ul- Arifîn Ebu’l- Wefâyê Kurdî, ji Misrê heta Kurdistanê, Qefqasyayê heta nîvgirava Erebistanê, li alî din heta rojavayê Anatolyayê, seranserê welatê Selçukîyên Romê û pişt re seranserê dewleta Osmanî; Ewropayê û Balkanan belav bû. Kesayetiyên wek Baba İshaqBaba İlyas, Dede XarqînGeyikli Baba, Husameddîn Çelebî yê heval û xelîfeyê Mewlânâ Celaleddîn-i RomîHecî Bektaş-i WelîŞêyh Edebalî (Ede Balî), xelîfeyê terîqeta wî ne, ji silsileya Wefaiyeyê tên. Şaxa Bektaşiyê ji Wefaiyeyê peyda buye. (11)

     Eger lêkolîn bên kirin ê derkeve meydanê ku gelekên ji van xelîfe û şêxan ku tirkan bi zanebûn ew tirk nîşan dane, kurd in, hetta hin ji wan ji nesla malbata Ebû’l- Wefâ bi xwe ne. Her wekî Şêyh Husameddîn Çelebîyê xelîfeyê Mewlânâ Celaleddîn-i Romî, bizzat ji bal Mewlânâ bi xwe ve di “Mesnewî”yê de hatiye destnîşan kirin ku ew ji nesla Ebû’l- Wefâyê Kurdî ye. Husameddîn Çelebî ew kes e ku Mewlânâ razî kiriye da ew Mesnewî”ya xwe beyt bi beyt bêje, ew jî binivîse. Vî karî heşt salan dewam kiriye, dawiyê bi saya Husameddîn Çelebî ew berhema mezin “Mesnewî” derketiye. Eslê wê bi farisî ye, lê tirkî û kurdî jî tê de, hatiye wergerandin ser ser gelek zimanan. Nuha, gorra Husameddîn Çelebî jî li Qonyayê li ber serê gorra Mewlânâ Celaleddîn-i Romî ye.

     Li gor menqibeya Ebu’l- Wefâ, ew di nav kurdan de bi navê Kakis el- Kurdî (Kakîsê Kurdî) dihat naskirin. Mesela gotina “Kakîs” gelek balkêşe; bi maneya “kek / kak, bra” tê. Em dizanin ku civakeka kurd a Kakeyî heye ku ew jî wek mezhebên din ên heterodox alewî ye. Bi maneya bira tê. Şêyh Edebalî (Ede Balî) yê ku Aşiqpaşazadeyê dîroknivîsê dewleta Osmanî (ew bi xwe jî ji terîqa Wefaiyeyê û ji nesla Baba İlyas e), wî (Edebalî) ji qewmê Xelîl Candarî yê kurd dinasîne, Edebalî xezûrê demzrênerê dewleta osmanî Osman Beg’e, hevlingê (bacanax) Xelîl Candarî (bapîrê Cengîz Çandar)’ye. Herdu jî zavayên Şêyh Taceddîn-ê Kurdî ne. Şêyh Taceddîn-ê Kurdî mudderisê duyê yê yekemîn medreseya dewleta Osmanî a li İznîkê ye. Edebaliyê zavayê vî Şêyh Taceddîn-ê Kurdî û xezûrê Osman Begê damezrênerê dewleta Osmanî, ji xelîfe û şêxên terîqeta Wefâîyeyê ye. Navî wî di nav tirkan de “Ede Balî”ye. “Ede” tê gotin ku di dema kevn de ji bal hin tirkmenan bi maneya “kek / bira” dihat bikaranîn. Yanî Kek Balî.

     Wekî din, gotina ku tirk wek Ahî Evren bi nav dikin, di esasî de ji gotina erebî “exî”tê. Diyardeya Ahîtîyê  (exîtî, teşkilata tesewwifî ya îstîxbaratî û parastinî ya sivîl, heta carina ya bin erdê ya pîşesazên qirnên navîn a li Anatolyê) berê li İranê di nav faris û kurdan destpêkiriye, pişt re di dema Ebbasîyan de ew di nav ereban de berê bi navê Futuwwetê ava buye, adopte buye û navê wê li Anatolyê buye “Ahilik / Exîtî”.

     Di qirnê navîn de, li nav Selçukîyên Romê û Osmaniyan jî her bi wî navî belav buye. Lê ya balkêş, ew zêdetir bestî ye bi Wefaîyeyê ve. Hetta hin îddîa hene ku ew li ser daxwaza Hecî Bektaş-ê Welî ava buye. Lê eşkere ye ku kevntir e, hem di nav xelkên sunne, hem jî di nav yên alewî, batinî, heterdox de belav buye. Pirtirîn jî di nav esnafên û pîşesazên qesebe û keleyan ên nexwendewar; tetbîqkirên mezhebên cuda yên heterodoks û ortodoks ên İslamê de cih dîtiye. Ev gotinên “kakîs”, “kakeyî”, “ede” û “exî / ahi” çi peywendi di navbera wan, wan û Wefaîyeyê de heye, lazim e ji nuh ve hê berfirehtir bê vekolan. Gotin û şexsiyeta Baba İshaq di nav kakeyiyan de xwedî rumeteka mezin e. Gelek menqibeyên Wefaîyeyê ên li ser Ebu’l- Wefâ, Baba İshak yan xelîfeyên din di nav Kakeîyan û kurdên Şebek de jî berbelav in. Em bibîrbînin ku yên nêzîktirîn in li warê belavbûna Wefaîyeyê, kakeyî û şebek in.

     Terîqeta Wefaîyeyê, çi di misilmantiya ortodoks, çi jî di ya heterodoxs a Anadoluyê ya nav kurdan û tirkan de, buye bingehê gelek şaxên tesewifê. Di dema Selçukîyên Romê de, heta bigihê Mewlewîtiyê rengê xwe lê vedaye, Ede Balî, Taccedînê Kurdî yê xwezûrê wî û yê Candarî Xelîl Paşa ev ew kes in ku di avabûna dewleta Osmanî de, di warê ilim û îrfanê de, yê sîstema îdarî û hiqûqî ya îslamê de beşek giring in yên ku rêveberiya avabûna dewleta Osmanî kirin.

     Ertuğrul, kurê wî Osman Beg (damezrênerê dewleta Osmanî), padîşahê duyê kurê Osman; Orhan Beg, hetta muhtemelen Muradê I hemî serokhozên şivan û koçer an eskerên xeza û cîhadê bûn, nexwendewar (analfabet) bûn. Ertuğrul bi xwe, ne gazî mucahid, lê şivanê pez, dewar, hesp û deveyên Sultanê Selçukîyan bû. Ji Ertuğrul pê ve bavikên padîşahên Osmanî nayên zanîn. Suleyman Şah yê li Suriyeyê li Kela Ceberê definkirî (ku nuha gorra wî hatiye guhertin) ne bavê Ertuğrul e, lê kurê Qutalmiş kurê Arslan Yabguyê bapîrê damezrênerê Selçukîyên Romê ye. Ji Ertuğrul pê ve bavikên Osmaniyan ne diyar in. Ew secereya ku bi Suleyman Şah ve tê girêdan û heta oğuzan diçe, esas hemî çîrok û serhatiyên Selçukîyên Romê û Xwarezmiya ne. Piştî sed û pêncî salan ji avabûna dewleta Osmanî, sultanên Osmanî bi tarîxnivîsên wek Aşıqpaşazade, Ehmedî û yên din ev dane nivîsîn, kirine tarîxên efsane û rîwayetan. Ne belgeyên dema avabûnê ne.

     Osmanî eşîreka biçûk a koçer bûn, Sultanê Selçukî wek şivanên xwe yên deve, hesp û dewaran ew li derûdora Îznîkê bicîh kiribûn. Li gor Aşiqpaşazade, Ertuğrul bi xwe wek me diyar kir, tenê şivan e, ne gazî, an mucahid e. Doza şer û cîhadê bi Osman Beg destpêkiriye. Wê gavê, mîrekiyên kurd; Germiyanî, Candarî, Menteşayî, Aydinî û Saruxanî ji Deryaya Reş heta Deryaya Navçend, heta ya Egeyê mîrekiyên serhedan ên Selçukîyên Romê ên li ser hidûdê İmparatoriya Romayê bûn. Pişt re Osmanî derketin meydanê û gav bi gav fireh bûn, heta berî fetha İstanbulê, hemû dever xistin bin destên xwe û mîrekî wek eyalet bi xwe ve girêdan.

     Şaxên cuda yên Wefaîyeyê bi gelek şêx, xelîfe, mitesewif û murşidên xwe ve di destpêka misilmankirina Anadoluyê de ji bal sultanên Selçukîyên Romê û mîrekiyên wan ên ser serhedan (ûc beyî, sınır beyî, emîr sevahîl), di îslamîzekirin û îrşadkirina Anadoluyê de bi kurd, tirk, moğol, xiristiyanên misilmanbûyî (ermenî û rumên misilmanbûyî) roleka mazin leyist. Hin ji danerên ilm û irfana dewleta Osmanî ew şêx û alimên binavkirirî yên kurd in ku ew şêx û xelîfeyên Wefaiyeyê bûn. Bektaşîtî, Qalenderî ji vê terîqetê kok digrin. Bingehê elewîtiya Anadoluyê bi kurd û tirkên xwe ve ne Ahmed Yesewî yê Asya Navîn, lê Ebu’l- Wefâ Kurdî’ye.

     FERQA NAVBERA WEFAÎYE Û QIZILBAŞÎYÊ

     Qizilbaşî bere tunebî, Şêyh Heyder-ê Safewî di dawiya sedsala 15-‘e de ew wek hêzeka şerkar a mucahid – xazî daniye. Qizilbaşî bi Safewiyan; Şêyh Heyderê bavê Şâh İsmail û Şêyh Cuneyd ê kalikê wî rengê xwe bera ser elewitiya kurdan û tirkmanan a Anatolyê û Kurdistanê da. Şêyhên Safewî, di destpêka terîqetê de li Erdebîlê, suneyên şafiî bûn, bi tesîra moxolî, Timur û Şêrwanşahiyan bûn şîe. Gava bi Xwace Alî, pişt re Şêyh Cuneyd û Şêyh Heyder Safewiye hat Anadoluyê, Qonyayê (Konya paytexta Selçukîyên Romê / Anatolyê), Erzingan, Sebaset, pişitre çû Suriyeyê, Halebê, Kêlîsê, rengê xwe guhert alewîtiya Kurdistan û Romê girt, lê şîetiya İranê jî bi xwe re xist nava baweriyên van waran.

     Gava Safewî ji van deveran û ji Kurdistanê vegeriyan Tebrîzê û Erdebîlê, bi taybetî ku Şah İsmail bû Şahê İranê, careka din vegeriya ser şîetiya Caferî ya civaka farisan. Qonax bi qonax ew tirkman û kurdên qizilbaş ên heterodoks ji navenda desthilatê hatin bidûrxistin, li perîferiyên imparatoriyê hatin belavkirin, yan jî bi qetlîaman hatin tasfiyekirin. Faris bûn bingehê etnîkî û şîetiya Caferî bû mezhebê resmî ê dewleta Safewîyan. Pişt re şer di navbera wan û Osmaniyan û mîrekiyên kurdan de derket. Bi Çaldiranê kurd û Osmanî biserketin, pirraniya mîrekiyên kurdan welatên xwe, îdareya xwe xistin destên xwe û bûn tabiê dewleta Osmanî. Osmanî piştî çend pêlên çûnûhatên zeftkirina erdan, hata hidûdê nuha berfireh bûn. Wan bi tifaqa mîrên Kurdistanê Memlukî jî hilweşand û Şam, Misir û Erebistan jî fetih kir. Sultanên Osmanî bûn xelîfeyên İslamê.

     Ji wê rojê pê ve Osmanîyan nunerayetiya ortodoxsiya mezhebên sune, Safewîyên Şahên İranî û yên di pey wan re, nuneriya şîetiya ortodoks kir. Berî vê diyardeyê, Wefaiye wek toleransa mezhebên ortodoks û heterodoks bû. Di nav xelkên nexwendewar de sunetî, alewîtî, şiâtî, adewiyeya ku bû bingehê êzîdîtiyê, qadirî, qelenderî, mewlewî bi xetên qalind ew qas ji hev ji mezhebên sune dûr nebûn, dijayetî û pevçûnên kûr ên wek îro di navbera wan de tunebûn. Nêzîkatiyek, tolerans û çûnûhatina nav hev hebû. Cudabûna sunnetiyê bi reqabeta İrana Safewî ya şîe û Osmanîya sunne destpêkir, her ku çû kûr bû, dinya İslamê ji hev dûrket, Safewîyan bi zordarî berê xwe den suneyên nav xwe û yên cîranên derûdora xwe. Osmanîyan jî bi ekse wê, berê zordarî û tasfiyekirinên xwe dan alewî û şîeyên nav xwe, bi taybetî alîgirên İranê û yên Safewîyan. Heta îro ev rikeberî tûj bû û hat. Bi qenaeta min ji ber rengvedena şiâtiya Caferî ya Safewîyan û şahên Îranê yên piştî wan, ya li ser alewîtî û qizilbaşiya nuha ya Anatolyê û Kurdistanê îro alewîtî gelek cuda ye ji ya wê demê.

     Bi vî awayî, em hatin dawiya nivîsara xwe. Hêvî ew e ku ev tabloya ji sehabe Caban el- Kurdî ya heta Ebû’l- Wefâ el- Kurdî di ser Gavanîyan û Nêrgizîyan re bala lêkoler û xwendevanan bikêşe ew bibe sebebe vekolînên kûrtir û berfirehtir ên di vî warî de.

     ÇAVKANİ:

     (1): Van salên dawiyê bala xwendevanên kurd bi saya ronakbîrên wek Abdullah Varlı, İbrahim Sediyani, Metîn Dilxêrî û Amir Hadî hat kêşan ser Caban el- Kurdî. Wan xwe sipart lêkolerên sedsala 19-ê ê wek Mahmud el- Alusî û yê destpêka sedsala 20-ê Muhammed Emîn Zekî Beg, hin agahdarî pêşkêşî dema me ya îroyîn kirin.

     (2): Sediyani, İbrahim, Sahabeyên Kurd, Rojnameya Taraf, 10.02.2014

     (3): Sediyani, İbrahim, Sahabeyên Kurd, Rojnameya Taraf, 10.02.2014

     (4): Varlı, Abdullah ê Memê Mihemmed (Hoko) Xanî, Dîroka Dugelên Kurd (600 – 1500), Weşanxaneya Sîpan, İstanbul 1997

     (5): http://www.alnoor.se/article.asp?id=182321

     (6): http://zagrosname.com/blog/2016/03/22/ebu-wefaye-kurdi-gavani-asireti-yarsanlar-aleviler-ezidiler-vs/

      (7): Gümüşoğlu, Dursun, Tac’ul- Arifîn es- Seyyid Ebû’l- Wefâ Menâkıbnamesi – Yaşamı ve Tasavvufi Görüşleri, Can Yayınları, 2006

     (8): Muhâsebe-i Vilâyet-i Diyâr-i Bekr ve Arab ve Zül’Kadriye Defteri (937 / 1530) I (1998), s. 131

     (9): Bayatlı, Nilüfer, XVI. Yüzyılda Musul Eyaleti, s. 115, 1999

     (10): Cewad, Dr. Mustafa, binere Aso Zagrosî.

      (11): Çelebi, Elvan, Menakib’ul- Qudsiye fî Mensib’ul- Unsiye, TTK Yayınları (3. Baskı), Ankara 2014

     BASNEWS

     9’Ê SEBAT 2017

 

 

507 Total Views 1 Views Today
Twitter'da Paylaş     Facebookta Paylaş

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir