Rewşenbîrên Kurd li Brûkselê Civiyan

 

isediyani

Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd sêyemen civîna xwe li Brûkselê, paytextê Belçîkayê li dar xist. Cîvîna yekem li Qirgizistanê, ya duyem jî li Stenbolê pêk hatibûn.

 

 

     Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ya ku entelejensyaya Kurdan, di destêpka vê salê de damezirand û bi sedan rewşenbîrên Kurd tev lê bûn, civîna xwe ya sêyem li paytextê Brûkselê ya Belçîkayê pêk anî. Cîvîna yekem li Qirgizistanê, ya duyem li Stenbolê pêk hatibûn û niha jî bi beşdarbûna rewşenbîrên Kurd ên li Ewropayê hat lidarxistin.

     ZIMANÊ FERMÎ KURDÎ

     Civîna ku li paytextê Belçîka û Ewropayê, bajarê Brûkselê hat lidarxistin, ji sibehê heta êvarê berdewam kir. Civînê bi sirûda neteweyî ya kurdî “Ey Reqîb” dest pê kir û moderatoriya wê Aydın Dere, Azad Yaşar û Newzat Şirnexî kir.

     Herwiha axiftinên li civînê hatin kirin bi her sê zaravayên Kurdî (Kurmancî, Zazakî û Soranî), li gel İngilîskî pêk hat.

     Di civînê Şêxmûs Sefer, Leyla Pekoz û İbrahim Sêdiyanî û çend kesên din axiftina xwe bi Kurmancî, Kadir Amaç bi Zazakî, Bişarao Eiref bi Soranî û Edip Yuksel bi İngilîskî kir.

     BER Bİ KOMELEBÛNÊ VE DÊ DIÇE

     Piştî xelaskirina axiftinan, komîteyek ji bo meşandina xebatan hat hilbijartin û hat ragihandin ku di demên pêş de, ew ê komeleyekê ava bikin.

     Herwiha hat ragihandin ku civîna bê ya Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd dê civîna xwe ya bê li bajarê Almaty yê Qazaxistanê dê bê lidarxistin.

     SPUTNİK

     (MOSKOVA / URÛSYA)

     17’Ê GULAN 2016

kürt aydınlar inisiyatifi 04

 

846 Total Views 2 Views Today
Twitter'da Paylaş     Facebookta Paylaş

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir